Berxwedan li temamê Şerîaya Rojava geş dibe: 2 îşxalker mir, 4 kes birîndar bûn

Piştî teqîna bombeyekê li nêzîkî wesayîteke rejîma siyonîst, li rojhilatê Ramallahê hişyariya ewlehiyê hat dayîn. Di hefteya borî de li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî 81 çalakiyên berxwedanê hatine qeydkirin.
Li ser rêya Alonê, nêzîkî gundê El-Muxeyira li Şerîaya Rojava, bombeyek li kêleka wesayîteke rejîma siyonîst teqiya.
Rejîma siyonîst, leşker li gundê El-Muxeyir û derdora wê bi cih kirin. Li gelek deveran êrîş hatin kirin.
Îro sibê, li navçeyên Beytunya û Serda yên navenda Ramallahê, serdegirtin li malan hat kirin. Du xort êsîr hatin girtin, yek ji wan birîndar bû. Li gorî agahiyan, xortan ji yekîneyeke ku di çêkirina destpêkê ya roketan de cih digirtin.
Nêzîkî hefteyek berê, şervanên berxwedanê bi serkeftî bi rokêtan êrîşî wargehên nêzîkî Kefr Ne'ma kirin. Ji wê demê ve, artêşa rejîma siyonîst li gelek deveran êrîş pêk aniye.
Di hefteya borî de li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî 81 çalakiyên berxwedanê hatine qeydkirin. Du îşxalker hatin kuştin û çar kes birîndar bûn. Di navbera 12 û 18ê Îlonê de sê êrîşên çekdarî, pevçûn û du êrîşên bi kêrê çêbûn.
Di heman heyamê de, şervanên berxwedanê çar êrîşên bombeyî pêk anîn. Leşker û wesayîtên rejîma siyonîst bûn hedef. Ciwanan li çar deverên cuda êrîşî wesayîtên niştecîh ên li Şerîaya Rojava kirin. Şeş êrîşên çeteyên Cihû ji aliyê sivîl û ciwanan ve hatin paşve xistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 208an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 271 kesan.
Tuxayên Qassamê ya hêzên leşkerî yê HAMASê, wêneyên nû yên êsîrên îşxalê yên li Xezzeyê ne weşand û bal kişand ser tewra lihevneker a Netenyahû.
Rejîma siyonîst ji danê sibehê vir ve çar terefê Xezzeyê hedef girt. Mal, rêzên alîkarîyê û stargehan xistin. Di êrîşên ku domahîya rojê dewam kir de 44 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.