Li Xezzeyê qetlîameke nû: 44 şehîd

Rejîma siyonîst ji danê sibehê vir ve çar terefê Xezzeyê hedef girt. Mal, rêzên alîkarîyê û stargehan xistin. Di êrîşên ku domahîya rojê dewam kir de 44 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejîma siyonîst ji danê sibehê vir ve êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê zêde kir. li gorî çavkanîyên sihhetê di bombardimana ku li cihên cuda hatine kirin de herî kêm 44 Filistînî şehîd bûn. 38 şehîd li bajarê Xezzeyê çê bû.
Yek ji êrîşên herî dijwar li et-Tuffaha Xezzeyê pêk hat. Di hedef girtina siyonîstan a xanîyeke ku aidî malbata el-Cumleyê bû de 9 zarok şehîd bûn.
Êrîşeke din jî li Kampa Koçberan a Şatîyê li mala birayê Muhemmed Ebû Selmîyeyê Dîrektorê Nexweşxaneya Şîfayê hat kirin. Di encama êrîşê de 2 jê zarokên keçik û birayê Ebû Selmîyê jî nav de 5 kes şehîd bûn.
Li Kampa Koçberan a Nuseyratê jî sivîl hatin hedefgirtin. Di bombardamana vir de jî Filistînîyek şehîd bû, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Li bakûrê Refahê jî îşxalkeran gule barand li ser kesên benda alîkarîyê bûn. Di vê êrîşê de kesek şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên sihhetê ragihandin ku, êrîş bêhtir li ser xanî, mekteb û rêzên alîkarîyê tên kirin. Êrîş naqedin û dibe ku hejmara şehîdan hîn bêhtir bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 208an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 271 kesan.
Tuxayên Qassamê ya hêzên leşkerî yê HAMASê, wêneyên nû yên êsîrên îşxalê yên li Xezzeyê ne weşand û bal kişand ser tewra lihevneker a Netenyahû.
Piştî teqîna bombeyekê li nêzîkî wesayîteke rejîma siyonîst, li rojhilatê Ramallahê hişyariya ewlehiyê hat dayîn. Di hefteya borî de li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî 81 çalakiyên berxwedanê hatine qeydkirin.