Tuxayên Qassamê wêneyên nû yên êsîrên îşxalê weşand

Tuxayên Qassamê ya hêzên leşkerî yê HAMASê, wêneyên nû yên êsîrên îşxalê yên li Xezzeyê ne weşand û bal kişand ser tewra lihevneker a Netenyahû.
Tuxayên Qassamê wêneyên nû yên êsîrên îşxalê yên di destê wan de ne weşand. Tuxayên Qassamê serenava wêneyê weke, “Ev wêneya wedaya mehkûman a ku dest pêka operasyona Bajarê Xezzeyê ya lihevneker a Binyamîn Netenyahûya Serokwezîrê îşxala îsraîlê û ji ber teslîmîyeta Eyal Zamîrê Serfermandar e.”
Her wiha Tuxay ji her wêneyekî ku hatiye weşandin ê dîlê şer navên wekî "Ron Arad 1-Ron Arad 2" dan. Ev nav wekî referansek ji bo Ron Arad, pîlotê îşxalker ku balafira wî di êrîşên rejîmê yên li ser Lubnanê de di sala 1986an de ket xwarê û ji wê demê ve çarenûsa wî nayê zanîn, hate şîrovekirin.
Daxuyaniya El-Qassamê tekez kir ku helwestên rêberên rejîma îşxalker pêşeroja girtiyan dixe xeterê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 208an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 271 kesan.
Rejîma siyonîst ji danê sibehê vir ve çar terefê Xezzeyê hedef girt. Mal, rêzên alîkarîyê û stargehan xistin. Di êrîşên ku domahîya rojê dewam kir de 44 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî teqîna bombeyekê li nêzîkî wesayîteke rejîma siyonîst, li rojhilatê Ramallahê hişyariya ewlehiyê hat dayîn. Di hefteya borî de li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî 81 çalakiyên berxwedanê hatine qeydkirin.