Besem Naîm: Hêna jî bersivek ji bo pêşniyara agirbestê nehatiye dayîn

Basem Naîm, endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê, diyar kir ku tevgerê pêşniyara dawî ya ji bo agirbestê li Xezzeyê pejirandiye, lê rejîma sîyonîst hêna jî bersiveke fermî negirtiye.
Naîm got ku hikûmeta Netanyahu bi zanebûn pêvajoyê dixetimîne û ji bo berjewendiya xwe ya sîyasî şer didomîne.
Serokê HAMASê Besem Naîm di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de li ser îddîayên derbarê agirbestê de axivî.
Naîm got, "Em bi rêya medyayê hinek agahiyan dibihîzin. Daxuyanî hene ku rejîma sîyonîst peymana qismî red kiriye û tenê çareserî peymanek berfireh e. Rêveberiya Emrîkayê jî bi eşkereyî piştgiriyê dide vê yekê."
Naîm got, "Me derbarê pêşniyara dawî de ti bersiveke fermî negirtiye. Me derbarê peymana berfireh de ti pêşniyarên nû negirtiye."
Naîm, Serokwezîrê sîyonîst Binyamîn Netanyahu û hikûmeta wî bi siyaseta "paşxistin û dirêjkirina şer" sûcdar kir û got, "Ev rejîm 22 meh in heman rêbazê diceribîne. Ew di ti armancên xwe de bi ser neketiye; tenê mirin û wêranî çêkiriye. Lê Netanyahu vê yekê bikar tîne da ku desthilatdariya xwe û koalîsyona xwe li ser piyan bihêle."
Naîm bal kişand ku HAMAS her tim ji bo agirbestê vekirî bûye û got, "Tevgera me bi hestek berpirsiyariya neteweyî û hişek vekirî her gava pêwîst avêtiye da ku agirbestek pêk bîne. Ew hêna jî ji bo vê yekê amade ye."
Naîm her wiha îfade kir ku israra Netanyahu ya li ser şer bi polîtîkayeke êrîşkar ve girêdayî ye ku ne tenê Xezzeyê lê tevahiya herêmê hedef digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 158 hezar û 259 kesan.
Li Eskalanê polêseke sîyonîstan di mala xwe de xwe kuşt. Pisporan îfade dikin ku ev zordarî û zexta ku leşker û polêsên rejima sîyonîst li ser gelê Filistînê bikartînin, dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk di wan de.
Hamasê bal kışand ku êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê wargehên sivîlan hedef digirin û êrîşeke eşkere li ser serweriya welatên Erebî ye. Tevgerê diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku piştgiriya Yemenê ji bo berxwedana Filistînê asteng bikin.