Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 158 hezar û 259 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 58 şehîd û 308 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 10 hezar û 900 kes şehîd bûn, 46 hezar û 218 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Basem Naîm, endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê, diyar kir ku tevgerê pêşniyara dawî ya ji bo agirbestê li Xezzeyê pejirandiye, lê rejîma sîyonîst hêna jî bersiveke fermî negirtiye.
Li Eskalanê polêseke sîyonîstan di mala xwe de xwe kuşt. Pisporan îfade dikin ku ev zordarî û zexta ku leşker û polêsên rejima sîyonîst li ser gelê Filistînê bikartînin, dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk di wan de.
Hamasê bal kışand ku êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê wargehên sivîlan hedef digirin û êrîşeke eşkere li ser serweriya welatên Erebî ye. Tevgerê diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku piştgiriya Yemenê ji bo berxwedana Filistînê asteng bikin.