Li Eskalanê polêsek îşxalker xwe kuşt

Li Eskalanê polêseke sîyonîstan di mala xwe de xwe kuşt. Pisporan îfade dikin ku ev zordarî û zexta ku leşker û polêsên rejima sîyonîst li ser gelê Filistînê bikartînin, dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk di wan de.
Li gorî çapemenîya îşxalê, polêseke îşxalê ku li Sderota derdorê Xezzeyê wezîfe dikir, li Eskalanê di nav mala xwe de mirî hat dîtin.
Hat destnîşankirin ku bûyer, bûyereke xwekuştinê ye, ev polêsa ku xwe kuştîye ji ber mirina hevalê xwe ku di 7ê Cotmehê de di pevçûna bi HAMASê re de pirsgirêkên psîkolojîkî dijîya.
Di xeberê de hat îfadekirin ku polês beşdarî pevçûna ku di 7ê Cotmehê de bi HAMASê re hatibû kirin bûye.
Li gorî daneyên çapemenîya sîyonîstan, ji serê sala 2025an vir ve ji artêş û yekîneyên ewlehîya rejimê herî kêm 22 leşker an jî polês xwe kuştine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 158 hezar û 259 kesan.
Basem Naîm, endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê, diyar kir ku tevgerê pêşniyara dawî ya ji bo agirbestê li Xezzeyê pejirandiye, lê rejîma sîyonîst hêna jî bersiveke fermî negirtiye.
Hamasê bal kışand ku êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê wargehên sivîlan hedef digirin û êrîşeke eşkere li ser serweriya welatên Erebî ye. Tevgerê diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku piştgiriya Yemenê ji bo berxwedana Filistînê asteng bikin.