Bi hezaran aktîvîst ji bo “Meşa Xezzeyê ya Girseyî” ji Qahîreyê bimeşin sînora Xezzeyê

Bi hezaran aktîvîstên navneteweyî ku dixwazin li alîyê Misirê ya Derîyê Sînora Refahê xwepêşandanek li dar bixin, ew ê ji bo “Meşa Xezzeyê ya Girseryî” li Qahîreya paytexta Misirê bicivin û bimeşin sînora Xezzeyê.
Derîyên sînorê ji 2ê Adarê vir ve girtîne, Xezzeya ku di bin dorpêçê de ye bi birçîbûnî, xela û tinebûyê re micadeleyê dide.
Rejima sîyonîst jî qetlîamên xwe didomîne, êrîşa xwe ya bejahîyê jî berfirehtir kirîye.
Bi hezaran aktîvîst, sazîyên civaka sîvîl, dîplomat û sazîyên alîkarîya însanî yên ji 32 welatan, di nav koordînasyonê de plan dikin ku di 15ê Hezîranê de li Derîyê Sînora Refahê xwepêşandanek li dar bixin.
Aktîvîstan hedef dikin ku di 12ê Hezîranê de li Qahîreyê bicivin, di 13ê Hezîranê de biçin bajara Arîşa ku li sînora Xezzeyê ye û ji li vê deêr jî meşeke 50 kîlometreyî ku ew ê jî 3 roj bidome lidrbixin û bighêjin Derîyê Sînora Refahê.
Koalîsyona ser a ku xwepêşandanê organîze dike, destnîşan kir ku piştgirîya ji doza Filistînê re tê dayîn di raya giştî de roj bi roj qewettir dibe. Ji gelek welatên Ewrûpa, Bakur û Başûrê Emrîkayê, Erep û Asyayê jî temsîlkarên wan hene.
Serokê Teşebûsa Cezayîrê ya ji bo Alîkarîya Xezzeyê û Zefera Filistînê Yahya Sarî, destnîşan kir ku konvoya bi navê “Qefîleya Biryarîyê” ber bi alîyê Tunusê ve birê ketîye, ji li vê derê jî tevlî konvoya Tunusê bibe û sûre jî biçe Lîbya û Misirê.
Sarî, îfade kir ku konvoy wesfa konvoya însanî digre û bi tevî însanên azad ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bê rakirin dengê xwe bilind dikin. Sarî got, “Konvoy, tevlî tevgera alîkarîya însanî ya navneteweyî ku ji alîyê bejahî, hewa û behrê ve hatîye destpêkirin dibe.”
Sarî bang li gelê Xezzeyê jî kir û got, “Em dibêjin ku hûn tenê nînin. Em bi êş û janên we bi we re ne. Ji bona ku dengê we ji cîhanê re bidin bihîstandin tiştê ku em dikarin bikin ev e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnamevan Mu'min Ebû'l-Uf û sê wezîfedarên tenduristîyê pê re di êrîşa rejîma îşxalker a li ser taxa El-Tefah a Xezzeyê de şehîd bûn.
Di êrîşên artêşa îşxalker de ku di roja dawîn a Cejna Qurbanê de li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin, 61 kes şehîd bûn.
Dildarên ku di keştîya Madleenê ya ku hewl dida ji Xezzeyê re alîkarîya însanî bibe de bûn, ji teref rejima sîyonîst ve hatin êsîrgirtin û ji Balafirgeha Ben Gurionê re hatin birin. Hat diyarkirin ku keştî di ava navneteweyî de hat îşxalkirin û bi zorê ji Bendera Aşdodê re hat birin.
Êrîş û qetlîamên rejima îşxalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dike. Ji seatên serê sibehê vir ve li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîş hatin lidarxistin, di encama êrîşê de herî kêm 36 Filistînî şehîd bûn, ji 120 zêdetir mirov jî birîndar bûn.