Birînên şer li Îranê tên dermankirin
Santralên petrokimyayî ji %90ê wê ji nû ve dest bi hilberînê kirine.
Binesaziya pîşesaziyê ya krîtîk, ku di êrîşên Emrîka û rejîma îşxalker de bi giranî zirar dîtibû, bi hewldanên zêde hate sererastkirin. Karbidestên Koma Pîşesaziyên Petrokîmyayî yên Kendava Îranê diyar kirin ku pêvajoya tamîrkirinê ne tenê çareserkirina zirara fîzîkî, lê di heman demê de modernîzekirina xetên hilberînê bi teknolojiyên pêşkeftî jî vedihewîne. Hat destnîşankirin ku hinek tesîsan ji kapasîteya xwe ya plankirî derbas bûne, bi vî rengî zincîra temînkirina enerjiyê tê parastin.
Rêveberê giştî yê koma pîşesaziyê Muhammed Şerîetmedarî weha got, "Pêvajoya ji nû ve avakirinê ne tenê armanc dike ku zirarê bibîne. Ji nû ve sêwirandina binesaziya hilberînê, zêdekirina kapasîteya teknolojîk, xurtkirina berxwedanê, û kêmkirina girêdayîbûna bi çavkaniyên biyanî ji bo parçe û teknolojiyên krîtîk di nav pêşîniyan de ne."
Hate tekez kirin ku binesaziya hilberînê bi çavkaniyên navxweyî li dijî ambargoyên navneteweyî û rîskên êrîşên sîber bi tevahî hate nûkirin û berxwedana parastina sîber û fîzîkî ya tesîsan li dijî êrîşên nû yên muhtemel hate zêdekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 6.7 ku hefteya borî li herêma Sulawesiya Navîn a Endonezyayê qewimî, gihîşt sê kesan.
Çapemenîya Lubnanê, diyar dike ku rejima îşxalker, li dijî başûrê welat êrîşan pêk anît.
Ji 458an zêdetir mehkûmên Efxen ên ku ji girtîgehên Pakistanê hatin serbestberdan, vegerîyan malên xwe.