Bloka Netanyahu di hilbijartinên li axên Filistînê yên îşxalkirî de pêşengiyê dike
Her ku hejmartina dengan di hilbijartinên li deverên îşxalkirî yên Filistînê de berdewam dike, bloka ku Serokwezîrê qaşo Binyamîn Netanyahu, li gorî encamên destpêkê di pêşengiya reqîbên xwe de ye.
Bi hejmartina nêzîkî sêyeka dengan, bloka Netanyahu 59 kursî bi dest xistiye, lê bloka muxalefetê ya ku Serfermandarê berê Gadi Eisenkot bi serokatiya wî dike 46 kursî bi dest xistiye. Tê texmînkirin ku partîyên Ereb ên Filistînî bi 15 kursîyan werin temsîlkirin, lê hêj ti alîyan piraniya pêwîst ji bo avakirina hikûmetê bi dest nexistiye.
Piştî girtina navendên dengdanê, hejmartina dengan li deverên îşxalkirî yên Filistînê berdewam dike. Encamên destpêkê nîşan didin ku bloka rastgir a Netanyahu pêşengiyê dike, lê hejmara kursiyên ku ji hêla muxalefetê û partiyên Ereb ên Filistînî ve hatine bidestxistin ew ê ji bo pêşeroja hikûmetê girîng be.
Li gorî daneyên ku ji aliyê rojnameya Yedioth Ahronoth ve hatine weşandin, piştî ku nêzîkî sêyeka dengan hatin jimartin, bloka Netanyahu gihîştiye 59 kursiyan, lê bloka muxalefetê ya bi serokatiya Gadi Eisenkot li 46 kursiyan dimîne. Tê pêşbînîkirin ku partiyên Ereb bi tevahî 15 kursiyan bi dest bixin.
Di parlementoya 120 kursiyan de, ji bo avakirina hikûmetê herî kêm 61 kursî hewce ne. Ji ber vê yekê, rewşa heyî nîşan dide ku her çend bloka Netanyahu pêşeng be jî, avakirina hikûmetê hîn ne garantî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çavkaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ew ê îro bi şandeke bilind a hikûmetê re bi fermî serdana Şama paytexta Sûrîyeyê bike.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bi girtina sê dosyayên cuda yên derbarê Herêma Kurdistanê de, serîlêdana ji bo hilweşandina dema parlamentoyê red kir; biryara derbarê giliya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî xist 14ê Kanûna Pêşîn a 2026an.
Li Qelandiye û Ebû Dîsê du Filistînî di êrîşên sîyonîstan de birîndar bûn.