Çîn: îsraîl divê tesîsên xwe yên nukleerî ji çavdêriya AAEAyê re vekê
Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Fu Cong diyar kir ku êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê hiqûqa navneteweyî îxlal dike û got ku divê çeteya îşxalker tevlî Peymana Belavnebûna Çekên Nukleerî (NPT) bibe û hemû tesîsên xwe yên nukleerî ji çavdêriya Ajansa Atomê ya Navneteweyî (AAEA) re veke.
Fu Cong bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo dabînkirina agirbestê û bidawîbûna şer tevbigere û destnîşan kir ku divê rêz li mafê Îranê yê sûdwergirtina ji enerjiya nukleerî ya bi armancên aştiyane re bê girtin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser wê yekê ku hedefgirtina tesîsên nukleerî yên di bin çavdêriya AAEAyê de dikare xetereyên cîddî derxîne holê û Fu Cong diyar kir ku ev êrîş li dijî Şartê NY û hiqûqa navneteweyî ne.
Fu Cong got ku tehdîdên bikaranîna hêza leşkerî çareserkirina pirsgirêka nukleerî ya Îranê bi rêyên dîplomatîk dijwar dike û tekez kir ku divê li herêmê pêşî li şerekî nû bê girtin.
Fu Cong banga xwe dubare kir û xwest ku çeteya dagirker tevlî Peymana Belavnebûna Çekên Nukleerî bibe û tesîsên xwe yên nukleerî ji çavdêriya AAEAyê re veke. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafireke şer a MiG-29 li bakurê rojavayê Belgradê, paytexta Serbistanê ket xwarê û pîlotê wê canê xwe ji dest da.
Teşkîlata Birayên Musluman, li Misirê ku ew bixwe û gelek sazîyên îslamî yên li Ewrûpayê xistine lîsteyên terorê bertek nîşan da û diyar kir ku biryar bi armancên sîyasî hatine girtin. Teşkîlatê got, "Dewlet mirovan ne ji ber fikrên wan, lêbelê ji ber kirinên wan dad dike" û xwest ku biryar bên vekişandin.
Li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, sîyonîstên îşxalker pîrekek Filistînî şehîd kirin, 12 kesan jî birîndar kirin.