Malpera Îbranî "Walla" ku yek ji portalên nûçeyan ên sereke yên medyaya îşxalkeran e, nivîsand ku dîmenên pevguhertina êsîrên jin ên ji Xezzeyê tesîrek sosret li herêmên îşxalkirî hene.
Li gorî rapora Wallayê, dîmenên pevguhertina êsîran bi lez di medya û medyaya civakî de belav bûne û ji teref îşxalkeran ve wekî "dîmeneke şokê" hatîye binavkirin.
Di xeberê de hat destnîşankirin ku serbestberdana jinên êsîr hem tirsa ewlehîyê zêde dike û hem jî dibe sedema nîqaşên nû li ser pîvana exlaqî ya pevguhertinê.
Ji aliyê din ve di medyaya îşxalkeran de hat ragihandin ku di dema pevguhertina êsîran de çekên "Tavor" ên ku îşxalkeran bijarte dikarin bigrin in di destê 4 mucahîdên Qessam de hatin dîtin û ev yek bû sedema nîqaşan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê bi tundî daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên der barê tehlîyekirina gelê Xezzeyê ji bo Urdun û Misrê şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Xezzeyê tevî hemû hovîtiyên xwe dest ji axa xwe bernedaye û nade jî.
Tevî peymana agirbestê jî, artêşa îşxalker binpêkirinên xwe yên li başûrê Lubnanê didomîne.
Êrîşên artêşa îşxalker a li ser bajar û kampa Cenînê di roja şeşemîn de berdewam dike.
Wezareta Parastina Netewî ragihand ku 13 PKKyîyên ku li herêmên Xwakurk, Gara û Metîna hatin tespîtkirin, hatin kuştin.