Êrîşên artêşa îşxalker a li ser bajar û kampa Cenînê di roja şeşemîn de berdewam dike.
Di êrîşa îşxalkeran a li dijî bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava ku di roja 6emîn de berdewam dike de herî kêm 15 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên îşxalkeran de heta niha 15 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her wiha di encama êrîş û şer û pevçûnan de gelek malên sivîlan wêran bûn an jî şewitîn û binesaziya bajêr jî zerarek mezin dît.
Di çend rojên borî de hêzên îşxalker li kampa Cenîn gelek xanî şewitandin, hin xanî hilweşandin û teqandin.
Zaroka bi navê Leyla El-Xetîb a duh li gundê Sêgoşeya Şehîdan a başûrê Cenînê bi guleya ji serê xwe birîndar bibû, bi guleyên sekvanên îşxalker şehîd bû. Bi vî awayî di nava 6 rojan de hejmara şehîdan derket 15an.
Hêzên îşxalê li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Jenînê bi cih bûne û nahêlin ketin û derketina nexweşxanê çêbibe.
Herwiha sewqiyata hêz û wesayitên leşkerî yên siyonîstan bo bajar û kampa Cenînê dewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Qesra Şîrîn a ku girêdayê wîlayeta Kirmaşana Îranê ye di mezinahîya 5,1an de erdhejekê pêk hat.
Urdunê, daxuyand ku ew teşebûrên bicîhkirina Xezzeyîyan a ji Misir û Urdunê re ya Serokê Emrîkayê Donald Trump red dikin.
Kolombîya, du balafirên leşkerî yên Emrîkayê ku di nav de 160 koçberên ku ji teref Emrîkayê ve hatibûn dersînorkirin vegerand.
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Qesra Gel a Şamê bi Serokê rêveberîya nû ya Sûrîyeyê Ehmed Şara re hevdîtin kir.