4 leşkerên jin ên îşxalker dê di roja 7emîn a peymana pevguhertina êsîran a di navbera HAMAS û sîyonîstên îşxalker de bên berdan.
Di berdêla wê de tê çaverêkirin ku sîyonîstên îşxalkar 200 girtiyên Filistînî serbest berdin. Di nav kesên ku bên berdan de Filistîniyên ku cezayê muebetê lê hatîye birîn jî hene.
Tê texmînkirin ku yekser piştî radestkirina êsîran, artêşa îşxalker ji rojavayê Korîdora Netzarimê ya ku Xezzeyê di aliyê bakur-başûr de dike du beş, vekişe.
Artêşa îşxalker wê çeper û tesîsên xwe yên leşkerî yên li Korîdora Netzarimê rake. Tê texmînkirin ku ev çend saetan bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê bi tundî daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên der barê tehlîyekirina gelê Xezzeyê ji bo Urdun û Misrê şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Xezzeyê tevî hemû hovîtiyên xwe dest ji axa xwe bernedaye û nade jî.
Tevî peymana agirbestê jî, artêşa îşxalker binpêkirinên xwe yên li başûrê Lubnanê didomîne.
Êrîşên artêşa îşxalker a li ser bajar û kampa Cenînê di roja şeşemîn de berdewam dike.
Wezareta Parastina Netewî ragihand ku 13 PKKyîyên ku li herêmên Xwakurk, Gara û Metîna hatin tespîtkirin, hatin kuştin.