Derheqê Girên Golanê de Sûrîyeyê ji sîyonîstan re bersivê da: Îşxalkerî neqanûnî ye
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku îşxalkirina herêmê ji aliyê rejîma sîyonîst ve ne rewa ye û divê hêzên îşxalker ji van deveran vekişin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî di hevpeyvînekê de ligel kanala nûçeyan a El Şerq a Erebistana Siûdî diyar kir ku divê rejîma sîyonîst bi awayekî rastîn li Sûrîyeyê binêre û rewşa heyî wekî ku heye binirxîne û got ku ev welat dewletek serwer û aram e ku dev ji mafên xwe bernade.
Şeybanî diyar kir ku daxwazên rejîma sîyonîst li pêşiya lihevkirineke aştiyê di navbera herdu welatan de asteng in û got ku îşxalkirina ku rejîma sîyonîst piştî 8ê Kanûnê li herêmê pêk anî ne meşrû ye û divê hêzên îşxalker ji van deveran vekişin.
Şeybanî tekez kir ku girên Golanê axa Sûrîyeyê ne û ji bo helwesta wî ya erênî spasiya Nûnerê Taybet ê Emrîkayê yê ji bo Sûrîyeyê, Balyoz Tom Barrack kir, û diyar kir ku Barrack di dawiyê de li ser navê ofîsa ku ew temsîl dike diaxivî.
Şeybanî tekez kir ku Sûrîyê xwedî îradeyek û biryardariyeke têr e ku danûstandinan bidomîne, û biryardariya welatê xwe ji bo parastina xwe, gelê xwe û malbatên wan anî ziman.
Şeybanî diyar kir ku divê rejîma sîyonîst ji bo avakirina sînorên ewle û aram rêz li yekparçeyiya axa Sûrîyeyê bigire û xwest ku fikarên aliyê Sûrîyeyê yên derbarê destwerdan û îxlalkirinên derve de li ber çavan bên girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîd kir ku ew ê derbeyek din a giran li Tehranê bide, di heman demê de got ku şerê li dijî Îranê dikare di demek nêzîk de biqede.
Serokwezîrê Polanyayê Donald Tusk got ku ew ê ji biryara xwe ya reformkirina Dadgeha Destûrî paşve gav neavêje. Polês û xwepêşander li dora avahiya dadgehê bi hev re pevçûn.
Di êrîşên çekdarî yên li bajarên cuda yên Emrîkayê de herî kêm şeş kes mirin.