Li Polanyayê Krîza Dadgeha Destûrî: Polês û xwepêşanderan hatin hemberî hev
Serokwezîrê Polanyayê Donald Tusk got ku ew ê ji biryara xwe ya reformkirina Dadgeha Destûrî paşve gav neavêje. Polês û xwepêşander li dora avahiya dadgehê bi hev re pevçûn.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk biryardariya xwe ya ji bo pêkanîna reforma dadgeha destûrî, ku li welat bûye sedema nîqaşan, diyar kir.
Tusk li ser televîzyonê ji raya giştî re axivî û îddîa kir ku dadgeh ji ber nakokiyên sîyasî yên bi salan bêfonksiyon bûye û ji nû ve avakirin pêwîst e.
Serokwezîrê Polonyayê tekez kir ku hikûmet ew ê dev ji plana xwe ya reformê bernede û got, "Hinek mijar hene ku lihevkirin ne mimkûn e."
Dadgeha Destûrî ya Polonyayê di serdema heşt salên desthilatdariya Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) a rastgir de di navenda nîqaşên li ser serxwebûna dadweriyê û serweriya hiqûqê de bû.
Ji ber nakokiyên sîyasî yên heyî, ev zêdetirî deh sal e ku dadgeh bi giranî bêtesîrdar e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîd kir ku ew ê derbeyek din a giran li Tehranê bide, di heman demê de got ku şerê li dijî Îranê dikare di demek nêzîk de biqede.
Di êrîşên çekdarî yên li bajarên cuda yên Emrîkayê de herî kêm şeş kes mirin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku îşxalkirina herêmê ji aliyê rejîma sîyonîst ve ne rewa ye û divê hêzên îşxalker ji van deveran vekişin.