Di êrîşa rejima sîyonîstan de 8 Filistînîyên dinê jî şehîd bûn

Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.
Li gorî çavkanîyên herêmî, balafirên bêînsan yê hewayê li Taxa El-Emela Xan Yûnisê êrîşê mala malbata Midhunê kirin, di êrîşê de çar ferdên malbatê (bav, dê û du zarok) şehîd bûn.
Xeyn ji vêya li Kampa Nuseyratê jî êrîş li malbata Cevdeyê hat kirin, di êrîşê de jî du Filistînî hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li derdorê Camîya el-Qessamê ku li herêma Nuseyratê ye jî êrîş li mala malbata Mecdelawîyê hat lidarxistin, di encama êrîşê de mirovekî şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Topvanên sîyonîstan li dijî herêma Kampa Nuseyratê êrîşên mezin lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.