Di 24 saetan de li Xezzeyê 85 şehîd: Qirkirina sîyonîst berdewam dike

Rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Xezzeyê di roja 67an de berdewam dike. Di 24 saetên dawî de herî kêm 85 Filistînî, di nav wan de zarok û jin hene, şehîd bûn. Sîvîl li giştîyê Xezzeyê bûn hedef; Xanî, kampên penaberan, tesîsên paqijkirina avê û kon hatin bombebarankirin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji roja Pêncşemê ve bi hemû hêza xwe berdewam in. Di êrîşên hewayî û topxaneyên îsraîlê yên 24 saetên dawî de herî kêm 85 Filistînî canê xwe ji dest dan. Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku hejmara şehîdan pêşî gihîştiye 72 kesan, paşê gihîştiye 80 kesan û di dawiyê de di nav rojê de gihîştiye 85 kesan. Tê ragihandin ku hejmara birîndaran bi sedan e.
Bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezzeyê doh bi şev 7 caran rastî êrîşên esmanî yên cuda hat. Bi taybetî di êrîşan de kampên penaberan hatin hedefgirtin. Di encama bombebarana li ser sîvîlên kampekê li Xan Yûnisê de gelek Filistînî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Deyr el-Belah, ku li nîvê Xezzeyê ye, konên ku sîvîlên koçber lê dimînin bûn hedef. Her çend di êrîşê de gelek jin û zarok hatin kuştin jî, di dema hewldanên rizgarkirinê de wêneyên dilşikestî derketin holê.
Li Kampa Penaberan a Cebeliye ya li bakur trajediyek çêbû. Di êrîşa hewayî ya ku ji teref rejîma sîyonîst ve hat kirin de, 6 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û nêzîkî 30 kes jî winda bûn. Xebatên ji bo xelaskirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.
Taxa Tel Sultan a li rojavayê bajarê Refahê û deverên bakurê Xezzeyê jî rastî topbarana bênavber hatin. Ji ber bombebaranê di nav sîvîlan de panîkek mezin çêbû û hate ragihandin ku gelek xanî bûne kêrî bikaranînê nehatine.
Ji aliyekî din ve, hedefgirtina tesîsa paqijkirina avê ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê nîşan da ku mafê bingehîn ê jiyanê yê sîvîlan rasterast di bin êrîşê de ye.
Di encama bombebarana malekê li Kolana Celala ya li navenda bajarê Xezzeyê de herî kêm 3 kes şehîd bûn. Tîmên bijîşkî yên ku piştî êrîşê gihîştin cihê bûyerê ragihandin ku dibe ku di bin xirbeyan de sivîlên din jî hebin.
Ji ber êrîşan, li gelek herêman ceryan û ragihandin bi tevahî qut bûn, û tê gotin ku sîstema tenduristiyê gihîştiye asta hilweşînê. Sivîlên li Xezzeyê ne tenê dibin hedefa bombebaranê, lê di heman demê de bi birçîbûn, tîbûn û nexweşiyê re jî micadeleyê dikin.
Di demekê de ku bêdengiya civaka navneteweyî berdewam dike, gelê Filistînê li ber çavên cîhanê bi komkujiyan re rû bi rû ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.
Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.