Di hefteyekê de 77 çalakiyên berxwedanê hatin lidarxistin
Hefteya borî, li Şerîaya Rojava, Quds û deverên ku di sala 1948an de hatine îşxalkirin, 77 çalakiyên berxwedanê hatin lidarxistin.
Navenda Enformasyonê ya Filistînê ragihand ku hefteya borî li Şerîaya Rojava, Quds û deverên ku di sala 1948an de hatine îşxalkirin, li dijî sîyonîstên îşxalker û rejîma îşxalker 77 çalakiyên berxwedanê hatine lidarxistin.
Navendê di rapora xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku yek ji çalakiyên berxwedanê yên hefteya borî gulebarankirin û du jî zirar dayîna wesayîtên siyonîstên îşxalker bû.
Di raporê de tê gotin ku li herêmên cuda 18 caran li dijî siyonîstên îşxalker berxwedan pêk hatiye, 55 caran pevçûn û avêtina keviran li ser rejîma îşxalker, û her wiha xwepêşandaneke protestoyî jî pêk hatiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim diyar kir ku Lubnan yek ji demên herî xeternak ên dîroka xwe ya dawî dijî û ew bi planeke berfireh re rû bi rû ne ku armanc ew e berxwedanê bi tevahî ji holê rake. Qasim got, "Berxwedan ne hatiye şikandin û ne jî paşve gav avêtiye."
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê ji ber êrîşên rejima îşxalker hejmarê şehîdan derket 73 hezar û 23yan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 316an.
Şêx Usame el-Rifai, Muftiyê Mezin ê Sûrîyeyê û serokê Lijneya Bilind a Fetwayan, derbarê zêdebûna xwepêşandan û aloziyên dawî yên li welat de daxuyaniyek da û daxwaza parastina aştiya civakî kir. El-Rifai tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina edaleta veguhêz û darizandina berpirsiyarên sûcên ku di bin rejîma berê de hatine kirin kir.