Di Parlamentoya Hollandê de îstîfayên Xezzeyê

Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.
Ji hikûmeta Hollandayê re hat xwestin ku bila li hember qirkirin û êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezze û Şerîaya Rojavayê gavên sert were avêtin, lê hikûmet ev pêşnîyazê red kir. Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Feldkamp jî li hember vê redkirinê îstîfa kir.
Feldkamp, destnîşan kir ku pêşnîyaz di nav kabîneyê de bi şekleke ciddî hat nîqaşkirin, dîsa jî pêşnîyaz piştgirîyek nedît, “Ez êdî bawer nakim ku di hefte û mehên pêş de wezîfeya xwe ya Wezîrê Karên Derve li gorî wezîfeyê bicîh bînim.”
Di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê de, Feldkamp behsa daxuyaniya rejîma îşxalker a Holdandayê kir ku wezîrên rastgir ên tundrew Itamar Ben-Gvir û Bezalel Smotrich li welat nayên pêşwazîkirin, û got ku ji ber qirkirina berdewam a li Xezzeyê divê tedbîrên zêdetir werin girtin.
Biryara îstifayê piştî îmzekirina daxuyaniyek hevbeş a ku Holandayê bi 21 welatên din re îmze kir û projeyên nû yên avakirina wargehên rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava wekî îxlalkirina qanûnên navneteweyî şermezar kir, hat dayîn.
Piştî îstifaya Feldkamp, tê gotin ku heşt wezîrên din jî îstifaya xwe dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.