Di protestoyên li Kenyayê de 10 mirî, 29 birîndar

Li Kenyayê, ji ber salvegera 35emîn a xwepêşandanên “Saba Saba” ya di sala 1990an de pêk hatibû, protesto hatin lidarxistin, di encama wê protestoyê de 10 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xeberên ku di çapemenîya netewî de derbas dibin, di salvegera 35emîn a xwepêşandanên Saba Sabayê de protesto hatin lidarxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Mafên Însanên Netewî ya Kenyayê (KNCHR) ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Komîsyon, li 17 navçeyan 10 mirin, 29 birîndarbûn, 2 weqayên revandin û 37 binçavkirinan nivîsandîye.”
Di berdewama daxuyanîyê de Teşkîlata Polsên Netewî jî hatin sûcdarkirin, sedema sûcdarkirina wan jî ev ku teşklîat li gorî biryara wezîfedarkirina polêsên sîvîl û wesayîtên sîvîl di dema protestoyan de qedexeye tevnegerîyane.
Serokê muxalefetê Raila Odinga, di civîna çapemenîyê de, zexta hikûmetê şermezar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Trump diyar kir ku Îran amade ye ji bo danûstandinan û got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî wan bikin." Trump her wiha îddîa kir ku ew dixwaze gelê Îranê dîsa li ser piyan bimîne û armanc dike ku di wextê rast de dorpêçan rake.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, dikarin bimînin, lê ger bixwazin biçin, divê bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."
Îro sibê li Qudsa îşxalkirî, Cihûyan, di bin parastina polêsan de, êrîşî Mizgefta Mescîdî Eqsayê kirin. Sîyonîstan li tirbeya pîroz stranên bi dengekî bilind gotin û reqsên Talmudî pêşkêş kirin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, piştî kemîna tevlîhev a ku li bakurê Xan Yûnsiê hat lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku ew ê artêşa îşxalê her roj zayîdên giran bide, “Ew bi zorê leşkerên xwe ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê wek êsîran bikevin destê me.”