Di êrîşa îşxalkeran a li ser Lubnanê de 2 kes şehîd bûn

Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya niştimanî ya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a hêzên îşxalker devera Şara ya Cinta ya li herêmên çiyayî yên rojhilatê Lubnanê hedef girt û di encama êrîşê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Her wiha ajansê ragihand ku hêzên îşxalker danê êvarê bombeyên ronahiyê di navbera bajarokên Elma El-Şeab û Neqûra yên li rojavayê Lubnanê de avêtin.
Çavkaniyên Libnanî diyar kirin ku ji ber van bombeyên ronîker ên ji teref hêzên îşxalker ve hatine avêtin, li bajarokê Elma El-Şeab şewat derket.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku bi roj balafirên şer ên girêdayî îşxalkeran bi bilindahiya navîn li ser bajarê Hermelê û bi bilindahiya nizim jî li ser bajarê Saîda firiyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.