HAMASê ji êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê re bertek nîşan da

Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
HAMASê, di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev êrîşa sûc a ku rejima sîyonîst li dijî axên Sûrîyeyê pêk anîtîye, ketina artêşa îşxala faşîst ji bajaroka Kuneytra û Derayê bi tevgera bejahîyê û êrîşên asîmanî ya li dijî Başûrê Şamê şermezar dikin.”
HAMASê di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku ev êrîşa îşxalkeran êrîşe ji serxwebûnîya Sûrîyeyê û dewama polîtîqaya zordarîya wî ya li dijî welatên Ereban e:
Em bang li welatên Ereb û Îslamê dikin ku bila li hember ev sûcdarîya rejima sîyonîst sekinekî nîşan bidin.
Xeyn ji vêya jî em civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî dixwazin û bang dikin ku bila vê êrîşê şermezar bikin û serokê rejima îşxalker jî wek sûcdarên herbê bidarizînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.