Li Taylandê qezaya otobûsê: 18 mirî

Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Qeza, di seatên serê sibehê de li wîlayeta Prachinburiyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa du qatî ya ku di nav de 49 kes hebûn dema ku berejêr diçû şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs qelibî.
Li gorî çapemenîya welat di encama qezayê de 16 kes jê li cîhê bûyerê tev de 18 kesan canê xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Çapemenîya mehellî îfade kir ku polês gotîye qeza li cîhekî ku rîska wî zêdeye pêk hatîye. Tehqîqata ewil nîşan dide ku qeza ji ber xerabûna sîstema frênê pêk hatîye û tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.