Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 2 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 348 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 2 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 348 kes şehîd bûn û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.