Di îxlalkirinên nû yên îşxalkeran de gelek kes şehîd bûn
Di êrîşên hewayî û topxaneyî yên ku hêzên îşxalker îşev li dijî Xezzeyê kirin û agirbest îxlal kirin de herî kêm 17 kes şehîd bûn û 50 kes jî birîndar bûn.
Hêzên îşxalker ên sîyonîst li Xezzeyê îxlalkirinên agirbestê zêde kirine û komkujiyên nû pêk anîne.
Li gorî agahiyan, di bombebarana balafirên şer ên sîyonîst li ser mala malbata El-Benna ya li taxa El-Sebra ya li başûrê bajarê Xezzeyê de, çar sîvîl hatin kuştin û neh kesên din jî birîndar bûn, ku di nav wan de zarokek û pitikek hebû. Hat ragihandin ku hêna jî hinek kes di bin kavilan de mane.
Dema ku hêzên îşxalker konê ku mirovên bêçare lê diman li başûrê kampa Nusayratê ya li navenda Xezzeyê bombebaran kirin, sivîlek hat kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê, dema ku hêzên îşxalker wesayîtek li ser wan teqandin, şofêr, jin û zarokên wî jî di nav de pênc sivîl şehîd bûn.
Di êrîşa bombeyî ya li ser apartmana malbata El-Qudre li taxa El-Emel a rojavayê Xan Yûnisê de, kesek û zarokek şehîd bûn.
Di êrîşa hewayî ya Rejîmonîstan a li ser malekê li nêzî navçeya Yermûk a Xezzeyê de, sê sivîl, ku yek ji wan zarok bû, şehîd bûn.
Tê ragihandin ku di êrîşeke dinê de herî kêm du kes şehîd bûne, û dibe ku hejmara şehîdan zêde bibe.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku balafirên şer ên siyonîst bi gelek mûşekên keşfê derdora Navenda Pizîşkî ya Şîfa li Xezzeyê bombebaran kirine, yek ji mûşekan jî hewşa vala ya kompleksê hedef girtiye û di êrîşê de ti qurbanî çênebûne.
Li gorî agahiyan, hêzên îşxalker kampa penaberan a El-Şatî û derdora kolana Ebû Hasîra ya li rojavayê bajarê Xezzeyê, her wiha taxa El-Zeytûn a li rojhilatê bajêr û bajarên Dêr El-Belah û Xan Yûnis hedef girtin. Topxaneya hêzên îşxalker her wiha rojhilatê Dêr El-Belah a li navenda Xezzeyê jî topbaran kir.
Serokwezîrê rejima îşxalker Benyamin Netanyahu êvara doh ragihand ku artêş hatiye wezîfedarkirin ku "êrîşên tavilê û bihêz" li ser Şerîda Xezzeyê bide destpêkirin.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, îro ragihand ku wan termê êsîrê îşxalker dîtiye û plan kirine ku îro êvarê radestî wan bikin, lê ji ber îxlalkirinên siyonîstan radestkirin paş xistine.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîştiye 68.531 û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170.402 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên parastina sivîl û xwebexş, li Meydana El-Qetîbeyê li rojavayê bajarê Xezzeyê gihîştin cenazeyên zêdetirî 60 şehîdan ku di nav wan de kesên nenas jî hebûn.
Başûrê Xezzeyê tevahiya şevê bû hedefa êrîşên hewayî yên dijwar ên rejîma îşxalker. Îro danê sibê ji bo bi dehan Filistîniyên ku di bombebaranê de canê xwe ji dest dan merasîmên cenaze hatin lidarxistin.
Artêşa Emrîkayê, çar kelekên ku dihat îddîakirin li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat tiryakê bar dikirin bombebaran kir, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li peravbên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.