Dore pêncemîn a hevdîtinên nukleer a Emrîka û Îranê wê li Romayê be

Hat îfadekirin ku dora pêncemîn a hevdîtinên nukleer a Emrîka û Îranê wê di 23yê Gulanê de li Romayê be.
Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Bedr Bîn Hamed el-Busaidi ku di navbera hevdîtinên Îran û Emrîkayê de navbeynkarîyê dike ev daxuyanî da, “Dora 5emîn a hevdîtinên Emrîka-Îranê wê di 23yê Gulanê roja Înê de li Romayê bê lidarxistin.”
Îranê, dixwaze ku li hember astengîya wî ya hilberîna bombeya atomê mueyyîde bêne rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, daxuyand ku ew hêna biryar nedane ku ew ê beşdarî hevdîtinan bibin an jî na. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.
Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.