Ebû Ubeyde: Hewldanên dagirkeriyê yên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bê feyde ne
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.
Ebû Ubeyde, di daxuyaniyekê li ser qenala xwe ya Telegramê de got ku Hîzbullah li dijî dagirkeriyê berxwedanek qehremanî nîşan daye, gelê Lubnanê û serweriya wan parastiye.
Di vê çarçoveyê de Ebû Ubeyde, silav da şervanên Hîzbullahê û got, "Wan ziyanên mezin dane dijminê sîyonîst û hêna jî didinê. Ev maf û erk e ku ji hêla hemî qanûnên îlahî û mirovî ve tê garantîkirin."
Ebû Ubeydeyê ev tişt destnîşan kir:
"Dijmin hewl dide ku bi berdewamkirina dagirkerî û sûcên xwe têkçûnên xwe yên li cepheyên cûrbecûr telafî bike û bi hemû hêza xwe hewl dide ku di navbera cepheyên berxwedanê de dubendî çêbike. Lêbelê, hemû hewldanên wî bêencam in; ji du sal û nîvan zêdetir ji bilî bêhêvîbûn û têkçûnê tiştek bi dest nexistiye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Desteya Tengava Kendava Farsê (PGSA) ya Îranê ragihand ku êdî destûr tê dayîn ku keştî bêpere ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro li Lubnanê di navbera rejîma îşxalker û Hîzbullahê de agirbest pêk hat.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.