Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ew bi peymana ku hatîye kirin re girêdayî ne.
Ebû Hamza, li ser qenala Telegramê bi vîdeoyî axivî û got, “Em ê di rojên pêş de bi tevî Tûgayên El Qessam di nav koordîneyê de gelek êsîrên îşxalê ku şerta rewacê li ser wan hene serbest berdin.”
Ebû Hamza di axavtina xwe de weha got:
“Herb, bi qanûnên gokselî dest pê kir û van qanûnan ji teref hiqûqa navneteweyî ve jî tê qebûlkirin, li axên me yên dîrokîya pîroz a berxwedana Filistînê, bi operasyonekî di warê micadelekirina Ereban a bi îşxalkeran re de dest pê kir.
Dûre me operasyona ‘Tofana Eqsayê’ da destpêkirin. Ji seatên ewil ve em beşdarî operasyonê bûn û wê demê me bi cesaretî îlan kiribû ku me komekî sîyonîst êsîr girtîye û bi cesaretî yên ku li hember yekîneyên me sekinîne jî bêtesîr kirîye. Ev pêvajo, bi hazirîyên salane û hînbûyînên me yên di perwerdehîyan de çêbû.
Herba ku zordarên îşxalker li dijî gelê me dimeşîne, bertekekî ku ji operasyonekî leşkerî re bê dayîn nîne, nîyeteke tunekirina gelekî bêparastin e.
Dijmin, hêvî dikir ku em alên spî bikşînin, encax ew li Xezzeyê tenê bi alên reş û mirinê re rûbirû man.
Kîjan artêş, ji bajarekî biçûk re bi hezaran leşkeran dişîne û xanîyan, camîyan, dêran û zanîngehan bomberdman dike?
Dema ku tanka ewil ket nav Xezzeyê, Serîyyeyên Qudsê di sehayê de bûn û şervanên me yên ku di tinelan de û di herêmên pevçûnan de mewzî girtibûn, bi wesayîtên herbê yên mewcût ji bona ku li hember dijmin bisekinin tevgerîyan.
Me vê herba xwe bi bawerîya Xwedê da destpêkirin, me malên xwe, malbatên xwe û tiştên ku em xwedîyê wan bûn terk kiribû, çîmkî em dizanibûn ku ev wezîfeya ku bi tevî gelê xwe girtibûn ser milê xwe barekî zor û zehmet e. Dema ku em bi îşxalkeran re hatin hemberî hev, em bi navê Misilmanên ku 1,5 milyar in re hereketê kir. Wezîfeya me ya Şer’î û netewî, micadelekirina bi îşxalê re mecbûr hiştibû û bawerîya me ya ji Xwedê re jî berê me dida vê rêyê.
Ji serê herbê heta niha şîara me ev bû: Ey Netenyahu! herb çiqas dirêj dibe bila bibe, em ehlê herbê ne. Çîmkî me ji vê herbê re neslekî perwerdehî ya vê herbê amade kiribû û li pişt me jî gelê me yê ku bi me re berxwe didin heye. Mesulîyetên me yên mezin hene li hember wan.
Kîjan artêş, ji bajarekî biçûk re bi hezaran leşker dişîne û xanîyan, camîyan, dêran û zanîngehan bi fuzeyên Emrîkayê xera dike? Lê dîsa jî berwedana me nikaribûn tune bikirana, nikarîbûn êsîrên xwe xelas bikirana û bi tenê xerakirin û felaketê anîtin.
Di rêya zefera mezin û muazzam de, sernava herba me ya herî mezin, berxwedana efsanewî ya gelê me bû. Ev, di warê micadele û berxwedanê de mînak e. Hûn, dîrekên rûyê erdê ne û kevirên bingeh ên hemû hêvîyên me ne. Heger berxwedana we nebûya, wê berxwedan jî tinebûya û me vê zeferê bidestnexista.
Xezze, nîşan da ku di bin dorpêçê de dijmin çawa li erdê xistîye. Ev, li hember artêşên Erep û Misilmanan, li cem Xwedê delîlekî ye, çîmkî ew cîhadê terk kirin û ji mescîda Pêxemberên xwe re îxanetê kirin.
Heta ku Filistîn û gelê wî ne di hizûrê de bin, li herêmê tu îstîqrarek, aştîyek an jî ewlehîyek tineye. Xeyn ji vêya em ji Ereban, alema Îslamê û alema Rojavayê bang dikin ku mesulîyetên xwe yên li hember îşxalkeran bi cîh bînin.
Ez ji çapemenîyên Ereb ên Azad û biyanî re, ji ber ku Xezzeyê anîtin rojevê sipas dikim. El-Cezîre, digel hemû hedefgirtinan ji sehayê veneqetîya, ji el-Meyadîn, Filistîn Îro, Quds Îro, El-Aksa, El-Menar, El-Arabî, El-Mesîra, El-Xad û hemû platformên çapemenîyê yên dinê re minnetbûnîya xwe pêşkêşî dikim.
Ez Serîyyeyên Qudsê û hemû komên berxwedanê yên dinê ku li Cenîn, Tulkerîm, Tubas û herêmên dinê wesayîtên îşxalê bi teqemenîyan hedef girtine silav dikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kabudarahanga wîlayeta Hemedana Îranê balafira leşkerî ket xwarê.
Ropartora Taybeta Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, hişyarî da û îfade kir dibe ku rejima îşxalker a sîyonîst qirkirina li Xezzeyê dike bibe Şerîaya Rojavayê.
Li Angolayê di nav vê mehê de herî kêm 32 kesan ji ber kolerayê canê xwe ji dest dan.