Ropartora Taybeta Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, hişyarî da û îfade kir dibe ku rejima îşxalker a sîyonîst qirkirina li Xezzeyê dike bibe Şerîaya Rojavayê.
Rejima sîyonîst, di roja duyemîn a serokatîya Donald Trumpê de li bajara Cenîna Şerîaya Rojavayê “Tevgera Dîwara Hesîn”ê da destpêkirin.
Di êrîşên ku îşxalkeran dane destpêkirin de doh herî kêm 10 mirov şehîd bûn.
Çeteyên Cihûyî, rûyê xwe bi maskeyan girtibûn û bi molotofan êrîşî gundê Filistînîyan kirin.
Di êrîşan de gelek Filistînî birîndar bûn.
Ropartora Taybeta Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyenîyeke niviskî belav kir û diyar kir ku artêşa îşxalê rejima îşxalker ji Kampa Penaberan a Cenîna bakurê Şerîaya Rojavayê re êrîşekî berfireh daye destpêkirin.
Di êrîşên ku doh hatin lidarxisitn de 10 Filistînî şehîd bûn, Albanese weha îfade kir, “Heger ku îsraîl ji bo bisekine zor û zordarî jê re neyê kirin, qirkirina ku wî ya li dijî Filistînîyan ew ê li Xezzeyê tenê nemîne.”
Albanese, weha got, “Gotinên min di hişê xwe de bigrin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de, Ensarullah ekîbên keştiya barhilgir a Galaxy Leader ku berê êsîr girtibûn, serbest berdan.
Li navçeya Kabudarahanga wîlayeta Hemedana Îranê balafira leşkerî ket xwarê.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ew bi peymana ku hatîye kirin re girêdayî ne.