Efxenistan: Di êrîşên Pakistanî de sivîl hatin kuştin
Piştî operasyona bejayî û êrîşên asmanî yên artêşa Pakistanê li ser sînorê Efxenistanê, Emîrtîya Îslamî ragihand ku bi dehan sivîl li wîlayetên Paktîka, Paktiya û Kunar hatine kuştin û birîndar kirin. Berdevkê fermî Zebîhullah Mucahîd bi tundî êrîşê şermezar kir û wan wekî "êrîşkariyeke tirsonek" bi nav kir.
Pakistanê ragihand ku wê operasyoneke bejayî ya li ser bingeha îstîxbaratê pêk aniye û piştre li ser sînorê xwe yê bi Efxenistanê re êrîşên hewayî pêk aniye. Îslamabadê îddîa kir ku 29 endamên koma çekdar a Cemaat-ul-Ehrar di operasyonan de hatine kuştin, di heman demê de Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê diyar kir ku di êrîşan de sivîl bûne hedef.
Berdevkê Emîrtîyê Zebîhullah Mucahîd di postekê de li ser hesabê xwe yê X de diyar kir ku balafirên şer ên Pakistanê wîlayetên Paktîka, Paktiya û Kunar bombebaran kirine. Mucahîd got ku di encama êrîşan de gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, û tekez kir ku deverên hedefgirtî deverên niştecihbûna sivîlan bûn.
Mucahîd êrîşên Pakistanê wekî "êrîşa tirsonek" bi nav kir û diyar kir ku ev îxlalkirineke eşkere ya serweriya Efxenistanê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hedefgirtina sivîlan di tu şert û mercan de nayê rewakirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bertek nîşan bidin.
Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê, Attaullah Tarar, îddîa kir ku operasyon piştî êrîşeke li ser baregeha Pakistan Rangers li Karaçiyê pêk hatiye, ku di encamê de hêzên ewlehiyê mirine. Tarar her wiha îddîa kir ku piştî operasyonên li ser sînor, sê cih li Paktiya, Paktika û Kunarê bi êrîşên hewayî yên "rast" hatine hedefgirtin, ku bi tevahî 29 kes hatine kuştin.
Ev êrîş aloziyên sînorî yên di navbera Pakistan û Efxenistanê de, ku di mehên dawî de zêde bûne, kûrtir dikin, û dibin sedema fikaran ku krîzeke nû ya leşkerî di navbera her du welatan de derkeve holê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 8 birîndar gihîştine nexweşxaneyan. Wezaretê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên rejîma sîyonîst de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 58an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 488an.
Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî doh ragihand ku operasyona dijî gendeliyê, ku tê de bi dehan siyasetmedar û berpirsên payebilind hatin girtin, tenê merhaleya yekem bû. Hikûmetê tekez kir ku operasyonên li dijî kesên ku çavkaniyên giştî talan dikin ew ê berdewam bikin û gendelî di nav dewletê de nayê qebûlkirin.
Li gorî agahiyan, Emrîka û Îran li hev kirine ku êrîşên hevbeş li dora Tengava Hurmuzê rawestînin û ewlehiya trafîka deryayî vegerînin. Tê texmînkirin ku her du alî roja Sêşemê li Dohaya paytexta Qeterê dest bi danûstandinên teknîkî bikin.