Emrîkaya îşxalker, li Yemenê hazirîya êrîşa bejahîyê dike

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta ku girêdayê Ensarullahê Yemenê ye Cemal Amîr, destnîşan kir ku Emrîka li Yemenê hazirîya êrîşa bejahîyê dike, hişyarî da ku tevgerekî ewakî “ew ê rewşa di holê deye bi temamî bike nav bêîstîqrarîyê”
Wezîrê Karên Derve Cemal Amîr, li Sanayê, bi Alîkarê Serokê Mîsyona Piştgirîkirina Peymana Hudeyde ya Neteweyên Yekbûyî Marî Yamashita re hat cem hev.
Amîr, weha daxuyand, “Hedefgirtina Bendera Ras Îsaya ku li bajara Hudeydeyê ye û bomberdmana li dijî wezîfedarên tenduristîyê sûceke herbê ye û divê ev bê lêkolînkirin.”
Amîr, bal li ser êrîşên asîmanî yên ku li alîyên peravê têne kirin kişand û got, “Ev rewş, nîşan dide ku Emrîka li dijî Yemenê hazirîya êrîşa bejahîyê dike û polîkaya xerakirin û wêrakirinê dişopîne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cewher Dudayev navê berxwedaneke ku ji dilê Qefqasyayê derketibû, têkoşîna azadî û rûmetê bû. Dudayev ê ku tam 29 sal berê di 21ê Nîsana 1996an de bi fûzeya Rûsyayê hat şehîdkirin, hêna jî weke qehreman û rêberekî di dilê gelê Çeçen de dijî.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li bakurê Xezzeyê li dijî sîyonîstên îşxalker operasyonek li dar xistin.
Rejima sîyonîst îro li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.