Ensarullahê di nav 24 seatan de ji axên îşxalkirî re 3 fuzeyan avêt

Rejima sîyonîst îddîa kir ku ew di saetên serê sibehê de sê fuzeyên ku ji alîyê Yemenê ve hatine şandin asteng kirine. Tevgera Ensarullahê, ji bo bersivdayîna ji êrîşên li dijî Xezzeyê re hedefgirtina Tel Avîvê didomîne.
Artêşa îşxalê, got ku ew vê sibehê sê fuzeyên ku ji hêla Yemenê ve hatine avêtin asteng kirine. Ev fuze, ji doh heta niha fuzeya sêyemîn e.
Fermandarîya cepheya navîn a rejima îşxalker, daxuyand ku dema ku fuze hat şandin li gelek cîhan sîren lêketine.
Doh jî Tevgera Ensarullahê ji axên îşxalkirî re du fuzeyan avêtibûn. Hatibû îddîakirin ku herdu operasyon jî ji teref rejima îşxalker ve hatin astengkirin.
Ensarullah îfade kir ku ew Tel Avîvê hedef girtine û “heta ku qirkirina li Xezzeyê berdewam bike ew ê jî operasyonên xwe bidomînin.”
Tevgera Ensarullahê ji 2023yan vir ve ji bo piştgirîya Xezzeyê li ser Behra Sor rejima îşxalker bi fuze û îhayan hedef digre.
Ji ber van operasyonên Yemenê bazirganîya sîyonîstan astengîyê dibînin û aborîya wan bi xerabî tesîrdar dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.
Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.