Esîrên Filistînê serbest hatin berdan

Di çarçoveya pevguhertina 6emîn a esîran de li hember 3 esîrên siyonîst 36 cezayê hepsê yê muebbet girtine 369 esîrên din serbest hatin berdan.
Piştî ji teref HAMASê ve 3 esîrên siyonîst hatin serbestberdan, jê 36 esîrên ku cezayê muebbet ji wan re hatibû dayin tevahî 360 fîlîstînî serbest hatin berdan.
Ji van esîran 333 esîr bi otobosan gîhaştin xeta Xezzeyê. 24 esîrên ku cezayên muebbetê ji wan re hatibûn dayin, hatin şandin Misrê.
Esêrîn Filistînê bi tekbîran hatin pêşwazkirin. Ji ber ku rewşa 4 esîrên Filistînî xira ne hatin rakirin Nexweşxaneyê.
Esîrên azadiyê yên Filistînê, di pencereyên otobosan de bi îşareta serfketin û zaferê xelkê Filistînê silav kir.
Esîrên azadiyê li ser milan hatin hildan û hevdu hembêz kirin.
Heta niha di çarçoveya pevguhertina esîran de HAMASê 19 esîrên siyonîst, 5 ên Taylandê serbest berdan. Li hemberê van esîran, siyonîstan jî 1 hezar û 135 Filistînî serbest berdan.
Di merhaleya 3yemîn de hezar 900 Filistînî li hember 33 esîrên siyonîst serbest bên berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konseya Têkilîyên Îslam-Emerîkî (CAIR), ji ber piştgiriya wê ya ji binpêkirinên mafên mirovan li Xezzeyê doz li dijî hikûmeta Emerîkayê vekir. Dozên wê bi rêveberiya nû werin veguhestin berdewam bikin.
Êsîrê filistînî Naîl el-Berxusî yê ku 45 sal di zîndanîn siyonîstan îşxalker de derbas kir wê di rojên pêş de azad bibe.
Wezareta Karên Dîn û Weqfana Xezzeyê ragihand ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ji 1244 mescîdên li Şerîda Xezzeyê 1109 mescîd hilweşîyane.
Hêzên îşxalê yê siyonîst, duh di demên şevê de hîn bêhtir erebeyên leşkerî û buldozeran şand bajarê Tulkerîmê û qampên Tulkerîm, Nur Şemsê. Li herêmê êrîşên hilweşandin, xerakirin û şewitandina xaniyên didome.