Gelên Sûrîyeyê li dijî êrîşên îşxalker a li ser welatê xwe nerazîbûn nîşan dan
Ji bo şermezarkirina êrîş û îxlalkirinên dagirkeriya sîyonîst li başûrê Sûrîyeyê li gelek herêman xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li gundewarên Şamê, niştecihên bajarê Dûmayê piştî nimêja înê xwepêşandanek protesto û şermezarkirinê li dar xistin, û şehîdkirina ciwanekî seqet ji aliyê hêzên îşxalker ên sîyonîst ve li gundewarên Derayê şermezar kirin.
Li gorî medyaya herêmî, xwepêşanderan daxwaza bidawîanîna îxlalkirin û êrîşên îşxala sîyonîst li dijî sivîlan, parastina kesên astengdar û xwedî pêdiviyên taybet û garantîkirina mafên wan ên jiyan, ewlehî û rûmetê kirin.
Xwepêşanderan pankartên ku hevxemiya xwe bi xelkê deverên gundewarî yên Dera û Quneytreyê re nîşan didan û her wiha pankartên ku îxlalkirinên îşxala sîyonîst li herêmê şermezar dikirin, bilind kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, çalakiya çekdarî ya li El Xelîlê Şerîaya Rojava pîroz kir û bang li Filistîniyan kir ku li dijî dagirkeriyê întîfadayê bidin destpêkirin.
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên Vanuatu, welatekî giravî li Başûrê Pasîfîkê, hejand. Derbarê qurbanî, zirar an jî metirsiya tsûnamiyê de hîn ti agahî nehatiye piştrastkirin.
Piştî tundûtûjî û talankirina ku di xwepêşandanên 17ê Cotmehê yên " Êlegên Bi Zer" de li Fransayê qewimîn, tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Tevî qedexekirina xwepêşandanan jî, 70.000 polês û cenderme ew ê ji bo xwepêşandanên ku tê texmînkirin di 24ê Cotmehê de pêk werin werin belavkirin.