Hêzên îşxalker ji El Xelîlê ku 11 rojan dorpêç kiribûn vekişiyan
Hêzên îşxalker ên sîyonîst îro piştî êrîşeke 11 rojî ji taxên ku li deverên cûda yên bajarê El Xelîlê îşxal kiribûn vekişiyan.
Şaredarê El Xelîlê Yûsif el-Cebbarî got ku malbatên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin dikarin vegerin û xwendekar jî dikarin vegerin dibistanên xwe.
Walî Xalid Dudîn diyar kir, "Piştî vekişîna îsraîlê, hêzên ewlehiyê yên Filistînî bi tevahî herêmê kontrol kirine."
Dudin her wiha got, "Rayedarên peywendîdar û hêzên ewlehiyê yên Filistînî pêşketinên li ser erdê dişopînin û ji bo afirandina şert û mercên pêwîst ji bo vegera ewle ya niştecihan dixebitin."
Hêzên îşxalker di 23ê Cotmehê de piştî operasyoneke çekdarî ya du Filistîniyan ku di encamê de du leşkerên îşxalker hatin kuştin û sê yên din jî birîndar bûn, El Xelîlê dorpêç kirin.
Şaredar Yusuf el-Cebbarî ji Al Cezîre re got ku şaredarî bi fermî ji biryara vekişînê di saet 6ê sibehê de hatiye xeberdarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de çar Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîd kir ku ew ê derbeyek din a giran li Tehranê bide, di heman demê de got ku şerê li dijî Îranê dikare di demek nêzîk de biqede.
Serokwezîrê Polanyayê Donald Tusk got ku ew ê ji biryara xwe ya reformkirina Dadgeha Destûrî paşve gav neavêje. Polês û xwepêşander li dora avahiya dadgehê bi hev re pevçûn.