Hêzên berxwedanê îşxalkeran hedef girt: Herî kêm 1 mirî, 6 birîndar

Li rojhilata Xezzeyê hêzên berxwedanê du avahîyên îşxalkeran hedef girtin, herî kêm 1 leşker mir, 6 leşker jî birîndar bûn. Rejima sîyonîst, derheqê bûyerê de sansûran da destpêkirin.
Operasyonên berxwedanê yên li dijî îşxalkeran berdewam dikin. Hûrgilîyên “bûyera ewlehîyê” ku rejima îşxalker ji raya giştî veşêr dida derket holê.
Unsûrên berxwedanê, avahîyekî li Xan Yûnisê hedef girtin. Di operasyonê de avahî bi temamî hilweşîya. Çavkanîyên îşxalê îfade kirin ku di encamê de leşkerî mirîye, sê jê giran şeş leşker jî birîndar bûne. Hat îfadekirin leşkerên birîndar di nav zor û zehmetîyê de bi helîkopterê ji herêmê hatin derxistin.
Ceseda leşker di kavilên avahîya ku xera bûbû de nehat dîtin, lê ceseda wî di bin avahîyekî dinê de hat dîtin.
Di bûyerê dinê de jî di seatên serê sibehê de avahîyekî dinê hilweşîya û 2 leşkerên îşxalê bi giranî yekî dinê jî bi pileya orte birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku berxwedan bi van operasyonên xwe yên tevlîhev artêşa îşxalê dihejikîne.
Xeyn ji van agahîyan şervanên Saraya el-Qudsê, roja sêşemê li herêma Huzaaya rojhilata Xan Yûnisê tankekî merkawayê bi RPGyê hedef girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.
Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.