Hîndistanê, ava ku diçû Pakistanê qut kir

Hîndistanê, piştî rawestandina Peymana Ava Îndusê, ava Çemê Chenab a ku diçû Pakistanê jî birî.
Hîndistan, devê Bendava Baglihara ku li ser Çemê Chenabê ye girt û ji Pakistanê re qasî pileya ji sedî 90 avê da sekinandin.
Rayedaran, destnîşan dikin ku wisa xuya dike û di rojevê de ye ku ew ê ava ku li ser Çemê Jhelumê ye jî bê qutkirin.
Ev rewş, li Pakistanê bû sedemeke ciddî di warê avê de.
Peymana Çemê Îndusê di navbera herdu welatan de jî di sala 1960î de hatibû îmzekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê di 4ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Ben Guriona rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî operayonek li darxist, piştî ev operasyonê gelek şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandin. Piştî operasyonê bi hezaran sîyonîst li derveyê welat man.
Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê wek “îxlalkirina zelal a hiqûqa navneteweyî û sûca herbê” nirxand. Dûre weha daxuyand, “Ew ê gelê Yemenê gav paşve navêjin, ew ê ji Filistînê re desteka xwe zêde bike.”
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst ên li ser Yemenê wekî "nîşandana têkçûnên giran û bêhêvîtiyê" bi nav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana qehremanên Yemenîyan li dijî zilma Emrîka û sîyonîstan micadeleya bi rûmet a ummetê ye."
Rejima îşxalker a sîyonîst di êrîşa ku li dijî Kampa Penaberan a Nuseyratê li dar xist de 9 Filistînîyan şehîd kir.