Hîzbullah serokatîya Îranê û gelê Îranê pîroz kir

Tevgera Hîzbullahê Îranê, ji ber ku Îranê li hember Emrîka-sîyonîstan zeferê bidestxistîye peyamek belav kir, di peyamê de ji alema Îslamê re banga yekîtîyê kir
Hîzbullahê Libnanê bal kişand ku zefera Îranê ya li hember sîyonîzm û Emrîkayê wek “zefereke îlahî” binav kir û weha got:
“Em wek Hîzbullah, Ji bo vê zefera mezin ku bi îzna Xwedê hatîye dayîn, bi xwîna şehîdan hatîye morkirin û di bin bawerî, berxwedan û yekîtîya gelê Îranê ya serokatîya şoreşvan de hatîye bidestxistin, pîrozbahîyên xwe yên herî kur pêşkêşî dikin; Em hem ji serokatîya Komarîya Îslam a Îranê û hem jî gelê Îranê re piştgirîya xwe ya mitleq careke din pêşkêşî dikin.
Xeyn ji vêya, em bang li hemû gelên azad dikin ku bila di vê dema dîrokî de îlhamekî ji xwe re bigrin.
Niha wext wexta yekîtîyê ye, wext wexta ku em li kêleka heqîqetê sekina xwe nîşan bidin e û wext wexta rûbirûbûna bi fîrewnên vê dewrê re ye.
Zefer, yên ku hêza xwe ji îrade, bawerî û berxwedanê distînin in.
Her cura teslîmîyet an jî lihevkirin, tenê ew ê dijminên vê herêmê wêrektir bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.