HAMAS: Destdirêjîya ji Mizgefta XelîlîÎbrahîmî re xeta sor e
Hemasê desteserkirina desthilata îdarî ya Mizgefta XelîlîÎbrahîmî ji teref rejîma sîyonîst ve û veguhestina wê bo "îdareya sivîl" a qaşo îşxalker wekî gaveke pir talûke ber bi Cihûdkirinê ve ku nasnameya Îslamî û Erebî ya El Xelîlê hedef digire, wesifand.
Hemasê biryara rejîma siyonîst a veguhestina desthilata îdarî ya Mizgefta Îbrahîmî ji Şaredariya El Xelîlê bo "rêveberiya sivîl" a hêzên dagirker ên li Şerîaya Rojava bi tundî şermezar kir.
Tevgerê tekez kir ku ev gav rasterast nasnameya mizgeftê, karakterê Erebî û Îslamî yê bajarê El Xelîlê û mafên dîrokî yên gelê Filistînê hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar berdewamiya hewldanên dagirkeran e ji bo ferzkirina kontrola xwe li ser erd û cihên pîroz ên li seranserê Şerîaya Rojava û Qudsê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekez kirin ku siyaseta rewşa fiîlî ya ji aliyê dagirkeran ve hatiye ferzkirin nikare rastiyên dîrokî û hiqûqî biguherîne.
Hamasê diyar kir ku Mizgefta Îbrahîmî cihekî îbadetê yê bi tevahî Îslamî ye, ku El Xelîlê dê bajarekî erebî yê Filistînê bimîne û gelê Filistînê dê bi biryardarî li dijî van planan li ber xwe bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Tomarên dengî yên derketî holê û bi sedan belgeyên nehênî eşkere kirin ku efserên leşkerî yên payebilind ên rejîma Esed a hilweşiyayî plan dikirin ku êrîşeke çekdarî li Sûriyê bidin destpêkirin û hikûmeta nû ya li Şamê bikin hedef.
Li nêzîkî Nablusê, li Şerîaya Rojava, hêzên îşxalker ciwanek kuştin û yekî din jî birîndar kirin.