HAMAS: Tevî agirbestê li Xezzeyê 1705 Filistînî şehîd bûn
HAMASê ragihand ku tevî agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de li Şerîda Xezzeyê ket meriyetê, rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û di vê pêvajoyê de zêdetirî 1700 Filistînî şehîd bûne. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê yên 26ê Mijdarê, ji destpêka agirbestê ve hejmara şehîdan gihîştiye 1705 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 163 kesan. Her wiha di heman demê de termên zêdetirî 850 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin.
HAMASê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku êrîş, dorpêç û polîtîkaya birçîhiştina sîstematîk a rejîma îşxalker berdewam dike û ev yek "hukmên peymana agirbestê û hewldanên navbeynkaran pûç dike."
Tehdîdên sirgûnkirina milyonek Filistîniyan bo başûr
HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê qaşo Yisrael Katz ku plan dike nêzî milyonek Filistîniyan ji bajarê Xezzeyê ber bi herêmên başûr ve sirgûn bike da. Katz îddîa kiribû ku ji sedî 70ê Xezzeyê wêran bûye û ger HAMAS çekan daneyne ew ê êrîş dîsa tund bibin. HAMASê destnîşan kir ku ev tehdîd nîşan didin ku "plana bi zorê koçberkirina Filistîniyan berdewam dike" û ev helwest peymana agirbestê û nexşerêya ku Serokê Emrîkayê Donald Trump piştgirî dide bêwate dike.
Bertek li hember Konseya Aştiyê û bang li navbeynkaran
HAMASê bêdengiya Konseya Aştiyê ya li hember komkujiyên sivîlan rexne kir û diyar kir ku berpirsiyariya siyasî ya vê bêdengiyê li ser milê Konseyê ye. HAMASê banga mudaxeleya lezgîn li navbeynkaran kir da ku rêveberiya Netanyahu neçar bikin berpirsiyariyên xwe pêk bîne, deriyên sînor veke, rê bide alîkariyên mirovî û dorpêçê bi dawî bike. Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl el-Heyye jî di 26ê Mijdarê de tekez kir ku berdewamiya êrîşan nayê qebûlkirin û ew li ser gavên ku wê li dijî îxlalkirinan bên avêtin bi komên Filistînî re dicivin.
Agirbestê êrîş ranewestandin
Tevî ku zêdetirî salek di ser agirbestê re derbas bûye jî êrîşên li Xezzeyê ranewestiyane. Di êrîşên hewayî û gulebarana şeva borî de herî kêm 11 Filistînî şehîd bûn ku di nav wan de Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê û Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê Xalid Ebû Nada jî hebû. Bi vî awayî pêvajoya agirbestê nekarî êrîşan bi tevahî rawestîne û krîza mirovî sivik bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullah a li Yemenê ragihand ku di êrîşeke hewayî ya ku tê îddîakirin ji aliyê Erebistana Siûdî ve li wîlayeta Taîzê hatiye kirin de, piraniya wan zarok 11 kesan canê xwe ji dest daye.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê li nêzîkî Girava Hengam li Kendava Farsê guleyên hişyariyê avêtin balafireke şer a F-16 a Amerîkî û balafir neçar ma ku paşve vekişe.
Ji ber baran û bahozên dijwar ên li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê, heşt kes mirin.