Lehî û bahoz li Brezîlyayê tesîrdar bûn: 8 kes mirin
Ji ber baran û bahozên dijwar ên li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê, heşt kes mirin.
Ji ber baran û bahozên dijwar ên li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê, 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Baran û bahozên dijwar li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê tesîr kirin, bûn sedema lehî, lehiyên ji nişka ve û qutbûna ceryanê. Xanî û binesaziyê zirar dîtin.
Li şaredariyên cuda yên wîlayeta Parana, nêzîkî 10,000 kes ji lehiyê bandor bûn û 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Bahozeke dijwar ziyaneke mezin gihand tesîsên li Pîsta Navneteweyî ya Zilmar Beux, ku çalakiyên werzîşên motorî lê tên lidarxistin.
Li şaredariya Monte Alegre do Sul a li wîlayeta São Paulo erd şemitî.
Jineke 21 salî û kurê wê yê 1 salî dema ku xaniyê wan di bin axê de ma canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Sindh a li başûrê Pakistanê, ji ber hilweşîna avahiyek ku di bin çêkirinê de bû, sê kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Di hefteya pêncemîn a Lîga Ewrûpayê ya UEFAyê de, Beşîktaşê Hapoel Beer-Sheva, ekîbek ku nûnertiya rejîma sîyonîst dike, bi skora 2-1 têk bir.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.