HAMASê bang kir: 15-17ê Tebaxê bila bibe roja hêrsa kûrewî

Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Di daxuyanîya HAMASê de hat îfadekirin ku, li hember qirkirin û dorpêça ne însanî 15,16 û 17ê Tebaxê “Roja Hêrsa Kûrewî” hatîye îlankirin.
Tevger di daxuyanîya ku da de, bang li gelên Ereb, alema Îslamê û însanên azad kir ku bila di van sê rojan de di meydanan de xwepêşandan werin lidarxistin.
HAMASê, bal kişand ku armanca van çalakîyan bila sekinandina êrîşan, vekirina derîyên sînor û alîkarîyên însanî bin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, “Xezzeyê, Qudsê û Eqsayê tenê nehêlin” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.