Li Hîndistanê lehîyek dijwar: Herî kêm 17 mirî, 75 birîndar

Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xebera Hindustan Times, piştî “Teqîna Ewr” a ku li herêma Kishtwarê pêk hat şilîyên dijwar dest pê kirin û ew bûn sedema lehîyê.
Rayedarên mehellî, destnîşan kirin ku li gorî diyarîyên ewil 17 kesan canê xwe ji dest dane, 75 kes jî birîndar bûn.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêna jî berdewam dikin, ji zêdebûna candayînan endîşe tê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.