Li derdorê bajara Îdlîbê depoya çekan teqîya: Mirî û birîndar hene

Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Tenduristî ya Îdlîbê ku li ser qenala Telegramê ya fermî hat belavkirin de weha hat gotin, “Li gorî diyarîyên ewil di encama teqîna ku li rojavaya bajara Îdlîbê pêk hat de 4 kes şehîd bûne, 4 kes jî birîndar bûne.”
Hat desntîşankirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.
Muxabîrê Televîzyona Sûrîyeyê, diyar kir ku teqîn li Îdlîba rojavayê di depoyekî çekan de pêk hatîye, li cîhê bûyerê li pey hev teqîn çêbûne û tê texmînkirin ku ev jî ji ber cebilxaneyan pêk tê.
Parastina Sîvîl ê Sûrîyeyê (Baredên Spî), rast kirin ku di teqînê de birîndar hene û ji cîhê bûyerê re ekîb hatine şandin.
Di 24ê Tîrmeha borî de jî li nêzê bajara Maaret Mîsrîna Îdlîbê di depoya cebilxaneyekî de teqînek pêk hatibû û di encama wê teqînê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dabûn, ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.