HAMASê derbarê sûîqesta 3 ciwanan li Cenînê de daxuyaniyek belav kir
HAMASê kuştina sê ciwanan ji teref hêzên îşxalker ve li herêma Kefer Qudê ya Cenînê şermezar kir û bang li gel kir ku li her nuqteya têkiliyê bi îşxalê re şer û pevçûnê gurtir bikin.
Di daxuyaniyek nivîskî de, Hamasê êrîşa sûîqestê ya ku ji teref hêzên îşxalker ve li dijî sê ciwanan li herêma Kefr Qudê ya Şerîaya Rojava pêk hat, wekî beşek ji "siyaseta komkujiya sîstematîk" nirxand.
Di daxuyaniyê de êrîş wekî kiryarek nû ya şer hat binavkirin, ku li tomarê tawanên xwînî yên li dijî gelê Filistînê zêde dike.
Di daxuyaniya xwe de, Hamasê bang li gel kir ku li hemû xalên têkiliyê bi îşxalê re şer gurtir bikin û daxwaza "yekîtî li meydanê û di siyasetê de li dijî vê êrîşa berdewam a li dijî ax, gel û cihên me yên pîroz" kir.
HAMAS her wiha tekez kir ku divê civaka navneteweyî û welatên Ereb gavên bibandortir li dijî îxlalkirinan bavêjin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî du salan êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, ew kesên ku di bin agirbestê de vedigerin malên xwe bi zeviyeke mayînan re rû bi rû ne. Heta niha herî kêm 53 kes bi teqemeniyan hatine kuştin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
Di xwepêşandanên ku li Kamerûnê piştî ragihandina serkeftina serokê muxalefetê Issa Tchiroma Bakary di hilbijartinên serokatiyê de dest pê kirin de, çar kes hatin kuştin.