Talûkeya li benda kesên ku li Xezzeyê vedigerin malên xwe: 66.000 bombeyên neteqiyayî
Piştî du salan êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, ew kesên ku di bin agirbestê de vedigerin malên xwe bi zeviyeke mayînan re rû bi rû ne. Heta niha herî kêm 53 kes bi teqemeniyan hatine kuştin.
Piştî peymana agirbestê li Xezzeyê, vegera bo Xezzeyê berdewam dike.
Harrîet, bijîşka acîl a Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezzeyê, diyar kir ku gelek Filistîniyên ku piştî agirbestê vedigeriyan malên xwe, bi teqemeniyên neteqiyayî şehîd bûn.
Dr. Harriet got, "Xelk piştî bombebaranên giran vedigerin bakur. Ew di nav kavilan de konan vedikin û li vir gelek rokêtên neteqiyayî hene."
Harriet diyar kir ku di nav kesên ku ji ber van teqemeniyan birîndar bûne de zarok jî hene, û wan du xwişk û birayên 5 û 7 salî yên ku ji ber şarapnelê bombeyê birîndar bûbûn, derman kirine.
Li Xezzeyê nêzîkî 66.000 teqemeniyên neteqiyayî hene. Heta niha herî kêm 53 kes ji ber bombebaranê mirine.
Edouard Beigbeder, Rêveberê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, got ku operasyonên alîkariya mirovî bi agirbestê re zêde bûne û got, "Em niha li dijî demê şer dikin da ku zarokan ji tehdîdên ku pêşî lê tê girtin biparêzin. Di nav van de kêmxwarin, nexweşî û sermaya zivistanê hene."
UNICEF her wiha ragihand ku bi hevkarên xwe yên li Xezeyê re dixebite da ku alîkariya 650.000 zarokên temenê dibistanê bike da ku vegerin polên dibistanê.
Du sal in ku êrîş berdewam dikin, perwerde û rahênan li Xezzeyê bi giranî têk çûye.
Bi hezaran xwendekar nekarîn biçin dibistanan, û binesazî û materyalên perwerdehiyê jî wêran bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
HAMASê kuştina sê ciwanan ji teref hêzên îşxalker ve li herêma Kefer Qudê ya Cenînê şermezar kir û bang li gel kir ku li her nuqteya têkiliyê bi îşxalê re şer û pevçûnê gurtir bikin.
Di xwepêşandanên ku li Kamerûnê piştî ragihandina serkeftina serokê muxalefetê Issa Tchiroma Bakary di hilbijartinên serokatiyê de dest pê kirin de, çar kes hatin kuştin.