Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 118an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 125an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 342emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 34 kes şehîd kirin û 96 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 118an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 125an.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, derheqê operasyonên xwe yên serfiraz ên li Xezzeyê de agahîyan da.
Hêzên îşxalê, ji xeta Selaheddîna başûrê Xezzeyê û alîyê sehîl a Xezzeyê re gelek guleyan reşandin.
Di êrîşa îşxalê ya li dijî Cenîn û Kampê ya li Şerîaya Rojavayê de 8 kes şehîd bûn, 35 kes jî birîndar bûn.
Derîyê Sînora Refahê ya di navbera Xezze û Misirê de ye, piştî temîrata li alîyê Filistînê ew ê di nav çend rojan de bê vekirin.