Tûgayên Qessam, derheqê operasyonên xwe yên serfiraz ên li Xezzeyê de agahîyan da.
Qessam li ser qenala xwe ya Telegramê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku micahîdan dema ku ji cepheyê vedigerîyan bi hêzên îşxalê re rastî hev hatin û bi wan re ketin pevçûnê, ji wesayît û leşkerên dijmin re derbeyekî giran xistin.
Qessam, derheqê operasyonan de weha daxuyand:
“28ê Kanûna 2024an: Tûgayên Qessam li Beyt Xanûnê ji bajara Qudsa îşxalkirî re du fuzeyên M75an avêtin.
29ê Kanûna 2024an: Tûgayên Qessam ji Tûgaya Nahala ku di nav wargeha Sderotê de ye re 5 fuzeyên Rucumê avêtin.
29ê Kanûna 2024an: Micahîdên Qessam, li ser Ceddeya El-Sîkkeya Beyt Xanûnê leşkerekî sîyonîst bi çeka nîşanê ya ‘Xûl’ê hedef girt û hedef îsabet girt, di encamê de sîyonîst giran birîndar bû û dûre destê wî jêkirin.
30yê Kanûna 2024an: Li Beyt Xanûnê operasyonek hat li dar xistin, micahîdan alîkarekî nîşandarê bi çeka nîşanê hedef girt û wî kuştin. Di heman demê de heman hêzê jî bi 5 roketên ‘TBG’yê hedef girtin, di navbera hêzê de leşkerên mirî û birîndar çêbûn. Dijmin daxuyand ku ji tabûra ‘Netzah Yehuda’yê du leşkerên wan mirine û 10 leşkerên wan jî birîndar bûne.
2yê Çileya 2025an: Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûna bakurê Xezzeyê, li herêma El-Sîkkeyê teqemenîyek bi qewet avêt sîyonîstan û di encamê de tanka ‘Merkavayê’ îsabet girt.
2yê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam, avahîyekî ku yekîneya pîyade yên sîyonîstan xwe sipartibûnê bi dijî tahkîmatê hedef girtin. Di encamê de xanî hilweşîya û leşkerên sîyonîst di binî de man, mirî û birîndar çêbûn. Dijmin diyar kir 5 leşkerên wan mirine 8ê wan jî giran birîndar bûne.
6ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam, hêzekî sîyonîst a ji tabûra ‘Granîte 932’yan tespît kirin û bi bombeyan operasyon li dar xistin. Dûre jî ji mesafeya sifirê yên ku mane jî bêtesîr kirin. Di vê operayonê de jî fermandarekî bolukê, alîkarê wî û gelek leşkerên sîyonîst mirin.
6ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam malekî ku sîyonîst xwe sipartibûnê teqandin. Ev bû sedema mirina 3 kesan û birîndarbûna gelek kesan. Di heman demê de li bakurê Beyt Xanûnê jî li ser Ceddeya ‘Damra’yê hêzekî sîyonîst ku ew jî xwe sipartibûn xanîyekî bi dijî-personelê hedef girtin û endamên hêzê kuştin û birîndar kirin.
6ê Çileya 2025an: Tûgayên Qessam, li bajara Beyt Xanûna bakurê Xezzeyê ji ‘Sderot’ê re sê fuzeyên ji tîpa ‘Rucum’ê avêtin.
7ê Çileya 2025an: Tûgayên Qessam, li herêma Zeytûna Beyt Xanûnê dozerekî ji tîpa ‘D9’an bi teqemenîyekî biqewet hedef girtin û wî îmhe kirin.
8ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam, li ser rêyekî ku ew ê dijmin li wê derê derbas bibûna kemînek tertîp kirin. Di kemînê de tankekî bi teqemenîyên biqewet teqandin û îmhe kirin. Di encamê de fermandarekî û hemû mirettebatê tankê kuştin. Dûre jî, sîyonîstên ku hatin alîkarîyê dûçarê teqemenîyên dijî-personelê bûn û bûn hedefên micahîdan, di encamê de piranîya wan mirin û birîndar bûn.
9ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam li ser Ceddeya Wadîya nêzê îstasyona Arubeyê çend leşkerên sîyonîst bi nîşandaran hedef girtin. Di vê operasyonê de leşkerek mir, 6 leşker jî birîndar bûn.
11ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam, li herêma Zeytûna Beyt Xanûnê yekîneyekî pîyade bi antî-personelê hedef girtin, hinek leşker mirin û hinek jî birîndar bûn. Dijmin diyar kir ku alîkarê fermandarê tûgaya ‘Nahal’ê û 4 leşkerên dinê mirin, 9 leşker jî giran birîndar bûn.
14ê Çileya 2025an: Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûnê hêzekî sîyonîst ku xwe sipartibûn malekî bi roketên ji tîpa ‘TBG’yê hedef girtin, endamên yekîneyê kuştin û birîndar kirin.
15ê Çileya 2025an: Micahîdên Qessam, yekîneya endezyarîya sîyonîstan bi antî-personelê hedef girtin û wan kuştin û birîndarkirin. Li ser Ceddeya ‘Al-Baalî’ya navenda Beyt Xanûnê jî wesayîtekî leşkerî ya ji tîpa ‘Bager’ê bi roketên ‘Yasîn-105’ê hedef girtin.
Micahîdên Qessam, di dema operasyona li Beyt Xanûnê de, baregeha leşkerî ya Îreza hêzê dijmin, fermandarî û noqteyên kontrolê û herêmên yekîneyan bi topên hewanê ya 60 mm, 80 mm û 120 mmyê hedef girtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ew bi peymana ku hatîye kirin re girêdayî ne.
Li Angolayê di nav vê mehê de herî kêm 32 kesan ji ber kolerayê canê xwe ji dest dan.
Hêzên îşxalê, ji xeta Selaheddîna başûrê Xezzeyê û alîyê sehîl a Xezzeyê re gelek guleyan reşandin.