Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.396 kesan
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin gihîştiye 74 hezar û 396 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 449 kesan. Di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 9 birîndar anîne nexweşxaneyan.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî, ji ber êrîşên berdewam û qurbaniyên êrîşên berê, hejmara qurbaniyan li Xezzeyê zêde dibe.
Ji dema ku agirbest di 11ê Cotmehê de dest pê kir, hejmara şehîdan gihîştiye 1505an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5332an. Di heman demê de, hejmara kesên ku ji bin xirbeyan hatine rizgarkirin gihîştiye 838an.
Hêna jî cenaze di bin kavilan de têne dîtin
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku gelek şehîdên din hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hate diyarkirin ku ekîbên ambûlans û parastina sivîl ji ber zehmetiyên berdewam nekarîne bigihîjin gelek cihan.
Rayedarên li Xezzeyê destnîşan dikin ku nekarîna derxistina cenazeyan ji deverên ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê nikarin bigihîjin wan, diyarkirina hejmara rastîn a miriyan dijwar dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi rêya projeya "Her Roj Xwarinek" ku ji aliyê Weqfa Êtîman a li Xezzeyê ve tê meşandin, alîkarî ji zarokên êtîm û malbatên hewcedar re tê dayîn, û ev alîkarî alîkariya dabînkirina pêdiviyên xwarinê yên malbatên ku di şert û mercên dijwar de ji bo debara xwe têdikoşin dike.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf got, "Em hem şer dikin û hem jî mizakereyan dikin; ango ger pêwîst be, em ê bi hemû hêza xwe şer bikin û amadekariya xwe zêde bikin."
Li Xezzeyê, ji êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 392 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan. Ji dema ku agirbest ket meriyetê ve, 1501 Filistînî şehîd bûne.