Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.746 kesan
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 746 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 234 kesan.
Di 24 saetên dawî de 4 Filistîniyên din şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn.
Hejmara şehîdên li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker zêde dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 746 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 234 kesan.
Ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 1679an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 100 kesan.
Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 851ê.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku gelek şehîd û birîndar hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hat ragihandin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber kêmbûna çavkaniyan di gihîştina van kesan de zehmetiyan dikişînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Behrê yê artêşa Îranê, diyar kir ku 2 keştîyên petrolê li Tengava Hurmuzê ketin nav herêma ku îzîn nehatîye dayîn û li mayînan qelibîne, dûre jî şewitîne.
Di êrîşa çekdarî ya li navçeya Tonj East a ku girêdayê wîlayeta Sûdana Başûr e de bi tevî pîrek û zarokan 21 kes canê xwe ji dest dan.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.